Falih Feyaz: Hilweşandina Heşdi Şeibî wek xwekujiyê ye
Tebax 21, 2025 19:39 Asia/Tehran
Serokê Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê, hilweşandina vê rêxistinê, xwekujî da zanîn û pêgîrî kir Heşdi Şeibî, saziyeka netewî ji bo hemû iraqiyan e.
Falih Feyaz, Serokê Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê, di hevpeyvînekî de pêgîrî kir: Hilweşandina Heşdi Şeibî tê wateya xwekujiyê, ji ber ku rewşa nika ya ewlehiyê wekî şertûmercekî metirsîdar e ku Iraq di sala 2014`an de dema derketina DAIŞ`ê de ceriband. Serokê Heşdi şeibiyê got: Em saziyeka netewî ji bo hemû iraqiyan in û me hewl daye hemû navçeyên Iraqê biparêzin ji bilî Herêma Kurdistana Iraqê ku hêzên Pêşmerge tê de ne.
Falih Feyaz ji bilî sipasiya ji Komara îslamiya Îranê got: Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, dema berevaniya ji Iraqê li hember komên terorîst alîkariya me kir.