Sê mîlyon ziyaretkir ji Îranê ve bona beşdariya li merasima Erbeînê derbasî Iraqê bûn
Îsal nêzî sê mîlyon welatiyên îranî bona beşdariya di merasima Çilê Îmam Hisên(s) de derbasî Iraqê bûne û Rêxistina Derbasgehên Sînorî yên Iraqê jî ji vegera mîlyonek û 300 hezar ziyaretkirên îranî agahî da.
Rêxistina Derbasgehên Sînorî yên Iraqê ragihand derbasgehên sînorî yên Îran û Iraqê, îsal bi destpêbûna zûtir ji demê ya vegera hêdî hêdî ya ziyaretkaran, bûye şahidê jordaçûna berbiçav a hejmara rêwiyên ku ji Iraqê derketine, bi awayekî ku ji 1`ê meha Seferê ve heta nika, zêde ji sê mîlyon ziyaretkir ji Îranê ve derbasî Iraqê bûne û mîlyonek û sêsed hezar kes ji van ziyaretkaran jî ji Iraqê derketine.
Ji derbasgeha Şelemçê jî zêde ji 800 hezar kes derbas bûne û heta nika zêde ji 400 hezar ziyaretkir jê derketine. Hemû qonax bi aramî û serûberiyeka zav ve pêşda diçin.
Parêzgarê Azerbaycana Rojava basa zêdebûna sedî 50`ê hatûçûna ziyaretkirên Çilê Îmam Hisên(s) ji sînorê Temerçînê ve kir.