Tebax 21, 2025 19:32 Asia/Tehran
  • NY li hember hikmê 4 sal û nîv zîndan ji bo rojnamevanê Kurd nerazîbûn nîşan da

Nûneratiya NY li Iraqê ragihand Dadgeha Hewlêrê ji bo dayîna biryarek li dijî rojnamevanê Kurd Şervan Şervanî ti hegerek îqnaker raber nekiriye.

Nûneratiya NY li Iraqê li hember hikmê ku ji hêla Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê ve dijî rojnamevan Şervan Şervanî hat dayîn, dilnîgeraniya xwe ragihand. Vî rojnamevanê Kurd mehkûmî Çar sal û Nîv zîndanê bûye, hikmê ku li gorî gotina Şervanî li ser bingeha wan tawanan e ku wî ew red kirine.

Nûneratiya NY li Iraqê ji rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê xwest dad û şefafiyetê garantî bike û hikmên ku tên dayîn anegorî istandardên netewî û navnetewî, garantî bikin.

Serepeyv