Eşkerekirina bertîlxwarinên hikûmeta Erdogan di berdêla veguhestina bifta Herêma Kurdistanê de
Parlimanterê CHP`ê bi weşandina hin belgeyan ragihand ku hikûmeta Erdogan di salên 2014 heta 2018`an di berdêla veguhestina nifta xaw a Herêma Kurdistanê bo bendera Cîhanê, bi qasî 2 mîlyard û 320 mîlyon Dolar pere istandiye.
Denîz Yavûz Yilmaz, di aşkerakirina xwe ya herî dawî de basa sextekariyên pereyî yên hikûmeta AKP`ê kir û di tora civakî ya X`ê de nivîsî: Kelpîça duyemîn a dîwêr derdixim! Ez wan belgeyan belav dikim ku wê di dosiyeya Dadgeha Bilind a serokomar Erdogan de cih bigirin.
Alîkarê serokê Partiya komarxwaz a Gel a Tirkiyê(CHP) bi weşandina belgeyên fermî ragihand ku hikûmeta Erdogan di navbera salên 2014 heta 2018`an de di berdêla veguhestina nifta xaw a Herêma Kurdistanê bo bendera Cîhanê, bi qasî 2 mîlyard û 320 mîlyon Dolaran, ji Herêma Kurdistana Iraqê pere istandiye. Pişkek ji vê pereyê bo kompaniya Boriyên Nifta Tirkiyê(Botaş) hatiye dayîn lê kes nizane ka mîlyardek û 416 mîlyon Dolarê din çi lê hatiye û li gorî gotina çavkaniyên agehdar li Tirkiyê, ev pere li girava Cêrsiyê bi tamî bûye hilm û buxar bûye. Yavûz Yilmaz bi palpiştiya li belgeyên navnetewî pêgîrî kir Tirkiye heta ji ber vê bazirganiya neqanûnî, ji hêla Dadgeha Navnetewî ve mehkûmî dayîna cirmeyeka zav bûye. Alîkarê CHP`ê got ev bertîla, destpêkê bo kompaniyek ser navê Kompaniya Enerjiya Tirkiyê hatiye veguhestin; Kompaniyek ku hikûmeta AKP`ê di girava Cêrsiyê damezirandibû. Yavûz Yilmaz herwiha pêgîrî kir eva tenê pişka meselê nîne. Dadgeha Navnetewî ya Cezayê di hikmekî fermî de piştrast kiriye ku Tirkiyê bona veguhestina niftê mîlyardek û 324 mîlyon Dolar zêdetir ji asta qanûnî, ji Herêma Kurdistana Iraqê pere istandiye û hema ji ber viya hikûmeta Tirkiyê erkdar bûye ku vê pereyê bide hikûmeta navendî ya Iraqê.