Tebax 21, 2025 19:05 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê zengila xeterê ya bêaviyê hate lêxistin

Barîna berf û baranê li Tirkiyê gihîştiye asta herî nizm a 52 salên derbasbûyî, ji bo bajarên mîna Bodrumê zengila xetera bêaviyê hatiye lêxistin û karzan li bajarên mezin ên Stenbol û Enqereyê jî li ser kêmbûna avê hişyariyê didin.

Karzanên li Tirkiyê di rojên dawî de ragihandin ku ava bajarê Çeşmeyê, ku cihekî geştiyariyê yê li Îzmîrê ye, qediyaye û li Bodrumê, ku cihekî din ê geştiyariyê li vî welatî ye , zengila xeterê hatiye lêxistin! Ava bendavên ku avê didin Bodrumê bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Çavkaniyên nûçeyan dibêjin ku hikûmeta Tirkiyê niha li gelek parêzgehan wek Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bûrsa, Mugla, Antalya, Mêrsîn, Gazîentab, Hatay, eahramanmaraş, Edîrne, Balikesir, Karglar Yili, Sakarya û gelek parêzgehên din ji bo dabînkirina ava vexwarinê û ji bo bikaranînê rastî zehmetiyan ve hatiye.

Serepeyv