Tebax 01, 2025 16:01 Asia/Tehran

Merasima pêş Kongreya  Erbîniyan bi boneya bûyera neteweyî ya Îranê can, Îlama Îranê û beriya Erbeîna Huseyînî li Îlamê hat li darxistin.

Yekem pêş kongireya  mezin a Erbîniyan li paytexta xizmetkarên Seyîd El-Şoheda bi lidarxistina rêûresma kevneşopî ya Çemer, Te'ziye, û sirûda zindî  ya "Ey Îran" bi pêşwaziyek kêmmînak a xelkê Îlamê hate lidarxistin.

Xelkê Îlamê bi hatina meha Muherremê,  hogiriya xwe ya zêde bo  salarê  Şehîdan  bi lidarxistina adet û kevneşopiyên cûrbecûr nîşan didin.

Rêûresma kevneşopî  ya Çemer yek ji van adetên herêmî ye ku bi dengê zirnê û diholê dest pê dike. Di qonaxên lidarxistina Çemerê , komek ji komên cûrbicur têne damezrandin, ji wan komeke rêza jinan, komeke rêza mêran, jinên ku zêmaran dixwînin muzîkjenên saz û diholê û komeke helbestvên herêmî  û koroyan e ku her yek ji wan bi awayekî rêkûpêk û li cîhê xwe yê taybetde cih digrin.

Bi gelemperî, merasima Çemerê li parêzgeha Îlamê gelek têgehên bi nirx û baweriyê  yên zav hene wek: wekhevî, hevkarî, yekîtî, rêkûpêkî û hevsengiyê. Meşa rêzên jin û mêran bi hev re nîşana wekhevî û wekheviya jin û mêran di jiyanê de ye.

Merasima ayînî ya Çamerê di nav civakên koçer ên Îlam, Loristan û Kirmaşanê de ji kok û nirxên olî yên van eşîran serekaniylê digre û  ji bo rêzgirtina kesayetiyan, mirovên musilh û xwedêhez û wêrek, û hebandî di nava gel de tê lidarxistin. 

Serepeyv