Berdevkê Tetbîqata Artêşa Îranê: Ev tetbîqata meşqên mûşekî, elekteronîkî û hewayî digire ber xwe
Berdevkê Tetbîqata Xweragiriya Mayinde 1404 got: Hêzên artêşa Îranê di vê tetbîqatê de avêtina mûşekan, tetbîqatên şerrê elekteronîk û tetbîqatên xwefiran cih anîne.
Emîr deryadar, Ebas Hesenî, berdevkê Tetbîqata Xweragiriya Mayinde 1404 a hêza deryayî ya Artêşa Komara îslamiya Îranê got: Di vê tetbîqata du rojî ya hêzên artêşa Îranê li bakûrê pehnava Hindê û Deyaya Umanê de tetbîqatên curbicur ên berevaniyê di pişkên avêtina mûşekan û şerrê elekteronîk tên meşqkirin.
çDeryadar Ebas Hesenî got di van tetbîqatan de bi awayeke berfireh mûşekên kurtbirr, navînbirr û dûrbirr ên deqîq ên kirûz ji bo hedefgirtin û rûxandina armancên deryayî bikar tên. Wî got ku armanca van tetbîqatan jordabirina asta amadetiya ji bo şêrr, jordabirina şiyana pilandarêştinê û kontrolkirin û pêkanîna hêza pêşîlêgirtinê ya hêzên artêşa Îranê ye.