-
HDP: Zêdeyî 21 hezar HDPyî hatine desteserkirin û girtin
Kanûn 12, 2019 11:12Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku, ji 2015an ve, di operayonên li dijî partî û pêkhateyên wê de, 15 hezar û 530 HDPyî hatine desteserkirin, di nav de 750 endam û rêveber bi giştî 6 hezar kes jî hatine girtin.
-
Nagehan Alçi: Ataturk serkirdeyekî mezin e lê li Dêrsimê komkujî hat kirin
Kanûn 12, 2019 14:38Rojnamevana Tirk, Nagehan Alçi ragihand ku bûyerên di salên 1937 û 1938an de li Dêrsimê çêbûn bi “jan” in û got: “Ataturk serkirdeyekî gelekî girîng e lê di salên 37-38an de li Dêrsimê komkujî hatiye kirin.”
-
Zeyta Efrînê tê dizîn û tê şandin bo Tirkiyê
Kanûn 12, 2019 14:32Cîgirê serokê CHP got: Zeyta Efrînê tê dizîn û tê şandin bo Tirkiyê.
-
Davutoglu îro bi fermî ji bo partiya xwe serlêdanê dike
Kanûn 12, 2019 14:19Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu piştî amadekariyê dûr û dirêj, îro bi awateke fermî bo damezrandina partiya xwe serlêdanê dike.
-
Erdogan bi telefonê bi Pûtîn re ser Lîbya û Sûriyê axivt
Kanûn 12, 2019 08:31Berdevê koşka Kremlînê ragihand ku serokomarên Rûsya û Tirkiyê bi telefonê ser rewşa dawiyê li Lîbya û Rûsyê axivtin.
-
Berdewamiya girtîbûna kedkarekî konsolesa Amerîkayê li Tirkiyê
Kanûn 12, 2019 06:36Dadgeha Tirkiyê hikim bi berdewamiya girtîbûna kedkarekî konsolesa Amerîkayê li Stenbolê, bi sûça sîxoriyê da.
-
Piştgiriya Senaya Amerîkayê ji boykotkirina Tirkiyê
Kanûn 12, 2019 05:31Ji ber êrişa Tirkiyê ya li ser bakura Sûriyê û kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî, Komîteya Peywendiyên Derve ya Senaya Amerîkayê deng li ser sepandina sizayan ser Tirkiyê de da.
-
Enqerê derbarê her cûre boykota dijî Tirkiyê Amerîka hişyar kir
Kanûn 11, 2019 14:27Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand ku Enqere tola her cûre boykota Amerîkayê dijî xwe ji ber kirrîna pergalên mûşekî ji Rûsiyê radike.
-
Di dereqa çar salên buhurî de li navçên kurdnişîn ên Tirkiyê, 49 hezar kes hatine desteserkirin
Kanûn 11, 2019 12:40Piştî têçûna prosa aşitiyê li Tirkiyê li nîveka sala 2015`an de, pêvajoya girtin û hewsîkirina siyasetvan, parlemanter û berpirsên xwecihî yên kurd li Kurdistana Tirkiyê didome.
-
Stenbol bi metirsiyeke mezin re rûbirû ye
Kanûn 11, 2019 12:16Bajarê Stenbolê ku zêdeyî 16 milyon kes lê dijîn bi kêşe û xetereke nû û mezin ve rû bi rû ye. Ji ber ku havîn û payîz bi hişkahî derbas bûn û baran nebarî ava bajêr kêm bûye. Bendavên ku ava bajêr lê kom dibe ji sedî 65 ziwa bûne û edî binê wan xuya dibe. Li gorî pisporan eger çareyeke lezgîn neyê dîtin kemtir ji 100 rojên din wê Stenbol bê av bimîne.