Berdewamiya girtîbûna kedkarekî konsolesa Amerîkayê li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311156-berdewamiya_girtîbûna_kedkarekî_konsolesa_amerîkayê_li_tirkiyê
Dadgeha Tirkiyê hikim bi berdewamiya girtîbûna kedkarekî konsolesa Amerîkayê li Stenbolê, bi sûça sîxoriyê da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2019 06:36 Asia/Tehran
  • Berdewamiya girtîbûna kedkarekî konsolesa Amerîkayê li Tirkiyê

Dadgeha Tirkiyê hikim bi berdewamiya girtîbûna kedkarekî konsolesa Amerîkayê li Stenbolê, bi sûça sîxoriyê da.

Li gor IRIB Newsê, dadgeha çardehem a Stenbola Tirkiyê bi hikmekê daxwaza berdana Metîn Topuz  karmendê Konsolesa Amerîkayê ya Stenbolê red kir.

Berî viya jî daxwazên berdana vî karmendî hatibûn redkirin.

 Metîn Topuz  karmendê Konsolesa Amerîkayê ya Stenbolê duh cardin li dadgehê amade bû û pêgîrî kir ku ti sûçeke wî tineye û xwest ku ew were berdan.

 Metîn Topuz ji Cotmeha 2017 bi tawana sîxoriyê ji bo Amerîkayê hate girtin û ji wê demê heya niha di girtîgehê ye.