Rêberê Şoreşê Islamê: Dijmin bi dû perçekirina ummeta Islamê ye
Hezretê Ayetullah Xamineyî di peyameke bi boneya Hefteya Yekitîyê da pêgirî kir: Dijmin hewil dide pirrcûrîya nijadî, çandî, civakî, aborî, sîyasî u erdnigarîyê bike hectet ji bo birêxistina nakokîyê di navbera misilmanên Îranê u her welatekî din ê misilman da.
Hezretê Ayetullah Seyîd Micteba Hisênîyê Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di peyameke bi boneya Hefteya Yekitîyê da salroja jidêbûna Mihemedê mistefa (S) u hezretê Imam Ce`fer Sadiq (S) pîroz kir u got ku plana dijmin û xêrnexwazan berbiçavkirina nakokîyan ji bo lawazkirina ummeta Islamî u serdestbûna ser wê ye û bal kişand ser ketina maskeyê ji rûyê Amerîkaya cinayetker u yekitîya ummeta Islamî û berevanîya ji hev himberî kufrê û danuistandina di meseleyên curbicur ên maddî u me`newî da pêwîst zanî û ber bi hikimdarên welatên islamî va pêgirî kir: Hikimdarên cinayetker ên Amerîkayê u pergala sexte ya Sîyonîst, dijminê sondxwarî yê yekitîya islamî û hemî ummeta Islamê ji wan gelên rojavaya Asyayê u bakura Afrîqayê ne; lewma dijminê xwe nas bikin û li hibmer pîlan u komploya wî bisekinin.
Rêberê Şoreşa Islamî bal kişand ser vê yekê ku yekitîya gelên misilman, mînakeke serketî di nav gelê Îranê da heye u komplo u fê l ufendên dijminan bandoreke zêde ji bo sistkirina wê nekirîye u pêgirî kir: Bê guman xêrnexwaz hertim di kemînê da ne vê ne`meta mezin ji nav bibin u hewil didin pirrcûrîya nijadî, çandî, civakî, aborî, sîyasî u erdnigarîyê bikin hectet ji bo birêxistina nakokîyê di navbera misilmanên Îranê u her welatekî din ê misilman da ta ku ji vê rêyê ummeta Islamê perçe bikin û lawazbûna hêza wê bibînin û di dem u derfeta guncav da ser da serdest bibin.
Rêberê Şoreşa Islamî herwiha pêgirî kir ku nika dema wê ye ku misilman bifikirin û bi awayekî hûrtir bala xwe bidin ser aluguran. Gelo heke misilman hevgirtî bana wek mistekê, gelê Filistînê yê wiha bêpişt u li ber zilm u cinayetên dagirkeran bima? u gelo heke gel u dewletên derdora Kendava Farsê di bin alaya Islamê da bibana yek, civak u rayedarên rezîl u beredayî u gendel yê biwêrana ji dûratîya bi hezaran kîlometrî va çav berdin ax u samanên wan? Rêberê Şoreşa Islamî herwiah pêgirî kir: Dînê Islamê u misilman piştî derbaskirina dewranên dijwar û tijî evraz u nişîvî ji destpêkê va heta nika, gihîştine qonaxeke çarenûsaz û dîyarker. Roja îro misilman roleke gellekî kêrhatî, bibandor u dîroksaz digêrrin. Îro ew roja ye ku asoya serketina teqil a heqê hibmerî batilê, serketina Islamê himberî kufrê zêdetir ji hemî dewranên buhurî nêzîkî pêkhatina di piratîkê da bûye.