Xwenîşandana gelê Behrêynê dijî mehkemekirina alimên dînî yên Şî`e
Gelê Behrêynê bi nîşana şermezarkirina berdewambûna desteserkirin u mehkemekirina alimên dînî yên Şî`e li vî welatî dest bi xwenîşandanê kirin.
Li Grava Setreyê ya Behreynê şeva buhurî xwenîşandanek bi merema şermezarkirina desteserkirin u mehkemekirina alimên dînî yên Şî`e li vî welatî hat birêxistin.
Di mehên vê dawîyê da, zext u zora ser Şî`eyên behrêynê bi rêya desteserkirina emmnî u sînordarkirina boneyên mezhebî zêde bûye. Di Gulana derbasbûyî da, hêzên emnî êrişî navçeyên Şî`enişîn kirin û hejmarek alimên dînî u çalakên mezhebî bêyî raberkirina hikma dadwerîyê desteser kirin u veguhestin cîyên nedîyar.
Komên sîyasî u çalakên mafên merivan ên behrêynî bi şermezarkirina karên hanê, xwestin ku ew kes demlidest bên berdan û desteserkirina xwe serê xwe ya alim u çalakên hanê were bidawîhanîn û sîyasetên emnî u sînordarkirina kar u çalakîyên civaka Şî`e li vî welatî were sekinandin.