HDP: Zêdeyî 21 hezar HDPyî hatine desteserkirin û girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311180-hdp_zêdeyî_21_hezar_hdpyî_hatine_desteserkirin_û_girtin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku, ji 2015an ve, di operayonên li dijî partî û pêkhateyên wê de, 15 hezar û 530 HDPyî hatine desteserkirin, di nav de 750 endam û rêveber bi giştî 6 hezar kes jî hatine girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2019 14:42 Asia/Tehran
  • HDP: Zêdeyî 21 hezar HDPyî hatine desteserkirin û girtin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku, ji 2015an ve, di operayonên li dijî partî û pêkhateyên wê de, 15 hezar û 530 HDPyî hatine desteserkirin, di nav de 750 endam û rêveber bi giştî 6 hezar kes jî hatine girtin.

Komisyona Mafê Mirovan yê HDPê, bi boneya Roja Mafê Mirovan Cîhanî, rapora xwe ya 2019an derbarê binpêkirinên mafan de eşkere kir.

Li gor raporê, ji 2019an û vir ve, herî kêm, hezar û 670 endam û rêveberên HDPê hatine desteserkirin, 200 kes jê hatine girtin. Ji 2015an ve jî, 15 hezar û 530 HDPyî hatine desteserkirin, di nav de 750 endam û rêveber, bi giştî 6 hezar  kes jî hatine girtin.

Herwiha rapor dide zanîn ku ji meha Tîrmeha 2016an û heta vê kêliyê 10 hezar 719 kes ji partiyê hatine desteserkirin û 2 hezar 251 kes jê hatine girtin.

Li gel vê yekê di derbarê qeyûman de, di raporê de tê gotin ku 19ê Tebaxa 2019an qeyûm bo şaradariyên HDPê yên bajarên mezin Amed, Merdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin dayîn û bi giştî jî ji meha Kanûnê û vir ve 17 hevserokên şaredariyan hatine girtin.