Iraqçî: Netaniyahu Amerîkayê ji bo şerrê bi Îranê re xapand
Tebax 31, 2026 12:52 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di paeyamekî de nivîsî: Netaniyahu dema bi zimanê ibrî diaxive, bi şanazî dibêje ku hikûmeta Ameîrkayê xapandiye û bi wekaleta ji Îsraîlê xistiye nav şerrê bi Îranê re
Seyîd Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di tora civakî de nivîsî: Ev bi awayekî aşkera bi kenî û tinazan dibêje ku çawan bi rêya hezar saetan beşdariya di kanalên televîzyonî yên Amerîkayê de, bandor daniye ser fikr û siyasetên wan. Lê dema bi zimanê îngilîsî diaxive, pesna şiyana birêvebirinê ya serokomarê Amerîkyê dike.