Hejmara kesên ku di lehiya Nipalê de hatin kuştin rabû 903 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360002-hejmara_kesên_ku_di_lehiya_nipalê_de_hatin_kuştin_rabû_903_kesî
Rêxistina Birêvebirina qeyranê ya Nipalê basa jordaçûna hejmara kesên ku di lehiya vê dawiyê ya vî welatî de hatine kuştin kir û ragihand ku ev hejmar rabûye 903 kesî û herî kêm 933 karkerên hêzgehên elekterîka avê jî di tûnêlên 6 projeyan de asê mane.
(last modified 2026-08-31T14:29:41+00:00 )
Tebax 31, 2026 10:53 Asia/Tehran
  • Hejmara kesên ku di lehiya Nipalê de hatin kuştin rabû 903 kesî

Rêxistina Birêvebirina qeyranê ya Nipalê basa jordaçûna hejmara kesên ku di lehiya vê dawiyê ya vî welatî de hatine kuştin kir û ragihand ku ev hejmar rabûye 903 kesî û herî kêm 933 karkerên hêzgehên elekterîka avê jî di tûnêlên 6 projeyan de asê mane.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Birêvebirina qeyranê ya Nipalê, di encama lehiya mirinbar a li ser sînorê Nipal û Tebetê de, zêde ji 3000 kes ji wan 400 welatiyên biyanî hîna bêserûşûn in. Hin welat ji wan Hind, Çîn û Kore tîmên rizgarkirinê ji bo valakirin û rizgarkirina kesên di tûnêlan de asê mane, şandine.

Zanyarên nipalî jî di rapora xwe ya destpêkê de ragihandine: Lehiya kavilkir a ku di korîdora Botkoşî- Tirîşolî ya Nipalê de qewimî, ji ber reniya mezin a ji cemed û keviran di bilindahiyên Hîmaliyayê bûye.