Davutoglu îro bi fermî ji bo partiya xwe serlêdanê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311176-davutoglu_îro_bi_fermî_ji_bo_partiya_xwe_serlêdanê_dike
Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu piştî amadekariyê dûr û dirêj, îro bi awateke fermî bo damezrandina partiya xwe serlêdanê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2019 14:19 Asia/Tehran
  • Davutoglu îro bi fermî ji bo partiya xwe serlêdanê dike

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu piştî amadekariyê dûr û dirêj, îro bi awateke fermî bo damezrandina partiya xwe serlêdanê dike.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu piştî xebatên xwe yên domdirêj proseya avakirina partiya nû temam kir.

Li gor medyaya Tirkiyê, biryar e  îro 12yê Kanûna 2019an Ahmet Davutoglu daxwaznameya damezrandina partiya xwe radestî Wezareta Nevxwe ya Tirkiyê bike.

Navê partiyê weke Partiya Pêşeroj (Gelecek Partisî) hate destnîşankirin û logoya wê jî belga kesk a çinarê ye.

Herwiha biryar e, danîsana partiyê roja Înê (13.12.2019) li Enqerê were kirin.