Zeyta Efrînê tê dizîn û tê şandin bo Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311178-zeyta_efrînê_tê_dizîn_û_tê_şandin_bo_tirkiyê
Cîgirê serokê CHP got: Zeyta Efrînê tê dizîn û tê şandin bo Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2019 14:32 Asia/Tehran
  • Zeyta  Efrînê tê dizîn û tê şandin bo Tirkiyê

Cîgirê serokê CHP got: Zeyta Efrînê tê dizîn û tê şandin bo Tirkiyê.

 Zeyta Efrînê cardinê dikeve rojeva parlemana Tirkiyê. Karbidestên vî welatî bo cara yekê li xwe mukir hatin ku bi zeyta Efrînê bazirganiya neqanûnî hatiyekirin.

 Parlemanterên CHP û HDP dibêjin: Diyar  nîne  derhata qaçaxkirina zeytê kuda diçe.

 Onal Çevîkoz, parlemanter û cîgirê serokê CHP li peywendiya telefonî ji Rûdawê re got:  Kompaniya  bo piştrastkirina kiştûkalê aghehdar e ku ku ji Efrînê zeyt hatiye şandin bo Tirkiyê. Tê gotin ku  ev zeyta ku hatiye şandin, hatien firotin bo 41 kompaniyên bazirganiyê . Bi hinceta nihêniya bazirganiyê nirxa kirîn û firotina zeytê eşkere nakin.  Tolay Hemîdoglu parlemantera HDP û endama lijneya bûdcê li parelmana  Tirkiyê li xwe mukirhatina berpirsên tirk têkildarî zeyta Efrînê weke xenîmeta cengê bi nav dike.

 Tolay got: Behsa  anîna  25 hezar ton zeytê têkirin ku bayê nêzîkî 250 hezar ton zeytûn, lê heta vê kêliyê hûgiliyên meselê nehatien ragahndin. Deshilatê ev çend roj in anîna zeytê û zeytûnê  qebûl kiriye.

 Ebdulsemed Ocaman, serokê odeya kiştokalê ay Amedê jî got: Kesên ku li Efrînê malên kurdan talan kirine boan bazirganîiya bi zeyt û zeytûnê li gel Wezareta derve ya  Tirkiyê li hev kirine. qala anîna 30 hezar ton zeytûnê tê kirin.

 Li gor amarên nefermî bêtirî 20 milyon darên zeytûnê li Efrînê hene. Heta dagirkirina vî şarî li destpêka  sala 2018an berhemanîna  zeytûn û çêkirina sabûnê li paşmayiya  zeytûna hêrandî, derhata sereke ya  welatiyan bû. Zorbeya zeytûna Efrînê li cureya Zeytiye ku ji hêla pêkhateyê va wek yek ji cureyên herî baş ên zeytê tê hesabê. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirka  û treorîstên çekdar ên ser bi wê qaçaxa zeyta Efrînê bo Tirkiyê ketiye rojeva medya cîhanê û Tirkiyê.

 Li 16 Kanûna pêşîn a 2018an de malpera Almanîtorê li raporekê de belav kir ku dizîna  zeyt û zeytûnê piştî dagirkirina Efrînê ziyana 100 milyon dolarî gîhandiye navçê.

 Tevî rapora medyan, berpirsên tirk hemî carî zaniyariyên ku civîna  lîjneya bûdcê li parelaman Tirkiyê li 19 Tişrîna duwem a 2019an haşa kirin. Beriya dagirkirina Efrînê 300 kargehên berhemanîna zeytê li Efrînê hebûn lê pişt re beşek  ji kargeha hatin talankirin û niha bi tenê 150 kargeh kar dikin.