Erdogan bi telefonê bi Pûtîn re ser Lîbya û Sûriyê axivt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i311160-erdogan_bi_telefonê_bi_pûtîn_re_ser_lîbya_û_sûriyê_axivt
Berdevê koşka Kremlînê ragihand ku serokomarên Rûsya û Tirkiyê bi telefonê ser rewşa dawiyê li Lîbya û Rûsyê axivtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2019 08:31 Asia/Tehran
  • Erdogan bi telefonê  bi Pûtîn re ser Lîbya û Sûriyê axivt

Berdevê koşka Kremlînê ragihand ku serokomarên Rûsya û Tirkiyê bi telefonê ser rewşa dawiyê li Lîbya û Rûsyê axivtin.

Berdevê koşka Kremlînê Dîmîtrî Peskov got: Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duh li gotûbêjeke telefonî daxwaza çareseriya krîza Sûriyê kir.

Serokomarên du welatan herwiha diyar kirin ku şer û pevçûnên li derdora Terablosê paytexta Lîbyayê ji wan re fukaran çê dike û xwestin ku bila bilez agirbes navbera aliyên pevçûnê pêk were û ew ji bo aştiyê muzakire bikin.

Berdevê koşka Kremlînê  herwiha got ku serokomarên du welatan piştgiriya xwe ji hewldanên bona ji navbirina gefên terorîstî li Sûriyê bi taybetî li parêzgeha Idlibê diyar kirin.