Nîsan 19, 2022 19:53 Asia/Tehran
  • Li navçeyeke Kurdistana Tirkiyê bajarekî binerdê hat dîtin

Li navçeya Midyadê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Kurdistana Tirkyê ve, di xebata kolandinê ya tîmeke arkologan de ku ji beriya du salan ve hatibû destpêkirin, bajarekî binerdê hat dîtin.

Wê tîma arkologê bi şikeftekê dest bi kolandinê kirin, lê di encamê de bajarekî binerdê derxistin holê.

Tê pêşbînîkirin ev bajarê dîrokî li temamê binî bajarê Midyadê belav bûye.

Serokê Muzexaneya Mêrdînê, Gani Tarkan ragihandiye, “Heta niha tuneleke 100 metreyî derket. Ji wê tunelê rê diçe gelek cihên cuda. Çi ne ev cih? 49 ode, dibe ku çend jê îbadetxane bin, wek dêr û sînagog. Embar hene, bîrên avê hene. Di nav van cihan de berhemên dîrokî derdikevin.”

Di bajarê binerdê de ku wek “Matiate” tê binavkirin heta niha gelek berhemên dîrokî ên sedsalên duyemîn û sêyemîn ên zayînî hatine dîtin.

Mervan Yavuz, Dîroknasê Hunerê dibêje, “Li Midyadê ku dîrok di nav dîrokê de ye, derxistina vî bajarê bin erdê dê li cîhanê deng vede.”

Tê pêşbînîkirin, piştî vekirina bajarê binerdê hejmara geştyarên serdana Midyadê dikin ji sedî sed zêde bibin.

Veysi Şahin, Şaredarê Midyadê dibêje, “Piştî derxistina bajarê binerdê, armanca me li Midyadê hejmara geştyarên salane ji 2 milyonan derxînin 3-4 milyonan.”

Midyad xwedî dîrokeke dewlemend e û ligel hejmareke zêde ya Kurdên Misilman û Êzdî, bi nişteciyên Suryan, Keldan, Ermen û Ereban û zimanên Kurdî, Erebî, Asûrî û Tirkî bajarekî pêkvejiyanê ye.

Serepeyv