Hizbullah: Berxwedan dê faktora xurtbûna Lubnanê bimîne / Nabe ti serpişkiyeke belaş bidin dijmin
Parlimanterên Hizbullahê derbara dayîna her cure serpişkiyeke belaş jibo dijminê siyonîst di dosiya agirbesê de hişyarî dan u tekez kirin ku gelê Lubnanê dê teslîmî zextên jibo noramlkirina têkiliyên bi Rejîma Siyonîst re nebe.
Elî Feyaz, yek ji parlimanterên payebilind ê Fraksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemana Lubnanê, got ku berxwedan her tim faktorek bingehîn bûye jibo xurtkirina helwêsta Lubnanê. Wî got ku dijminê siyonîst hîn jî texmîn dike ku hevsengiya hêzê ser berjewendiya wî ye û divê Lubnan teslîm bibe. Em hişyariyê didin siyonîstan derbarê viya ku bila şiyana gelê Lubnanê jibo berevaiya xwe kêm nebînin.
Elî Feyaz tekez kir: Dijminê siyonîst ne tenê bêçekkirina Lubnanê dixwaze, belku li gorî mikurhatina Netanyahu Serokwezîrê vê rejîmê li pey peymanek ewlehiyê û normalîzekirina têkiliyên bi welatê me re ye. Wî got: Dijminê siyonîst dixwaze di pratîkê de me bixe ser durêyana teslîmbûn an mirinê, lê em ê ne teslîm bibin û ne jî bimirin belku em ê berevaniya ji welatê xwe bidomînin.