Kanûn 06, 2025 22:37 Asia/Tehran
  • Edmîral Îranî: Bazineya fermandetiya deryayî ya Îranê berfire bûye û gihêştiye oqyanûsan

Fermandê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê, tekez kir ku bazineya fermandetiya deryayî ya Îranê gihîştiye oqyanûsan û got: Îro em li cîhanê jî bihêz in û di warê dîplomasiya berevaniyê de em bihêz in û me gotina xwe heye.

Edmîral  Şehram Îranî got: Hêza Deryayî  ya Îranê di 45 salên borî de, bi hewildanên  bi şev û roj di rêya hêza deryayî de destkeftiyên girîng  ên bêhempa bi dest xistiye.

Amîral Îranî got ku bazineya fermandetiya deryayî ya Artêşa Îranê gihîştiye avên dûr û oqyanûsan. Wî got ku ji parastina Tengava Hormuzê bigire heya bakurê Kendava Farisê, hemû bi bereketa xwîna şehîdan û hêza navxweyî ye. Îro em di warê tetbîqat û erkdariyên navneteweyî de bihêz bûne.

Wî bal kişand ser erkdariyên vê dawiyê di rewşa şerê 12 rojî û gefên dijmin de û got: Tevî zext û gefan, hemî operasyon bêyî kêmasî bi awayekî serkevtî hatin lidarxistin û çawa ku me di heşt salên berevaniya pîroz de li ber xwe d, îro jî ewlehiya welêt mayînde ye.

Serepeyv