Di nava 3 mehan de 30 fabrîka li Diyarbekirê hatine daxistin
Kanûn 06, 2025 16:07 Asia/Tehran
Li Diyarbekirê di demên dawî de gelek fabrîka hatin daxistin û ev yek bû sedem ku bi hezaran kes bêkar bimînin.
Li Diyarbekirê di nava 3 mehan de 30 fabrîka hatin daxistin û bi hezaran kes bêkar man. Pirraniya fabrîkayên ku hatine girtin jî fabrîkayên perçe û perûyan in ku dema 2020ê de herêmek taybet bo fabrîkayên tekstîlê li Diyarbekir hatibû avakirin u armanc ew bu ku bo 20 hezar kesan derfeta kar were dabînkirin lê niha hijmara kesên di qada vehûnandina perçe û perûyan de kar dikin daketiya 2 hezar kesan. Karsaz dibêjin divê di vî warî de hikûmet piştgiriyê bide kompaniyan.Karsaz jî didin zanîn ku pirraniya kompaniyên fabrîkayên xwe dadixin, berê xwe didin Misrê ku li Misirê hijmara kompaniyên Tirkiyê gihiştiye 1700 kompaniyan.