Îdiaya Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê derbarê desteserkirina bi sedan kesî bi tometa hevkariya bi DAIŞê re
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê ragihand ku 233 kes li vî welatî ji ber hevkariya bi DAIŞê re û dayîna desteka aborî bo wê komê hatin desteserkirin.
Elî Yerlîkaya, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê roja Înê ragihand ku 233 kesên gumanbarê endametî yan dayîna desteka aborî bo DAIŞê li herêmên curbicur yên vî welatî hatin desteserkirin u got ku hêzên ewlehiyê yên vî welatî di du hefteyên borî de operasyoneke hevdem li 33 parêzgehan li dar xistine.Yerlîkaya got ku di vê operasyonê de hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 233 gumanbarên ku di nav DAIŞê de çalak bûne yan jî berê alîkariya darayî dane vê rêxistinê girtine. Wî got ku 51 ji gumanbaran bi awayekî demkî hatine desteserkirin u li benda lêpirsînê ne di halekî de ku 24 kesên din jî di bin çavdêriya dadwerî de ne.
.