Daniş- Beştaş: Divê navê PKK demlidest ji lîsteya rêxsitinên terorîst were derxistin
Parlimantera DEM Partîyê bal kişand ser destpêbûna qonaxa duyem a demajoya nû ya aştîyê li Tirkîyê û xwest ku pêngavên zelal u demlidest di warê sererastkirina qanûnê da bên rakirin.
Meral Daniş- Beştaşê got ku ji bo pêşdebirina aştîyê divê qanûnên têkildarî azadîyê û têkoşîna dijî terorîsmê bên venihêrîn u mafên rêvebirîyên xwecî bên xurtkirin u ``mafê hêvîyê`` di pergala hiqûqê ya Tirkîyê da ji nû ve bê nasandin.
Beştaşê bal kişand ser peyamên Ebdullah Ocalan u daxûyanîya vê dawîyê ya PKK têkildarî sekinandina çalakîyan bi vî navî û pêgirî kir ku Tirkîye divê vê guhertinê bi awayekî fermî nas bike û PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst derxe. Wê her wiha got ku pêwîst e qanûnên têkildarî vê yekê werin birojkirin u nabe qonaxa duyem a demajoya aştîyê demdirêj bibe. Beştaşê herwiha xwest ku qanûnên azadî û aştîyê zûka li meclisê bên pesendkirin.