Iraq, destpêbûna operasyona ewlehiyê li bakurê Diyalê
Çavkaniyên Ewlehiyê derbarê destpêbûna operasyona dabînkirina ewlehiyê li bakurê parêzgeha Diyalê bona têkbirina şaxên nepenî yên terorîzmê agahî dan.
Çavkaniyeke Ewlehiyê li Iraqê îro got ku opersyona ewlehiyê bi armancên diyar li derodra bendava Ezîm li bakurê parêzgeha Diyalê destpê kiriye. Vê çavkaniyê her wiha got ku hêzên komando opersyonek bi armancên sînordarkirî û diyar li beşa rojhilatê girikên derdora bendava Ezîm li bakurê parêzgeha Diyalê destpê kirin.
Li gorî gotina vê çavkaniyê, ev operasyon li gorî hewlên îstixbaratê yên deqîq û di çarçoveya startejiya bidawîhanîna şaxên nepenî yên terorîzmê û istiqrara ewlehiyê li herêmên hesas tê lidarxistin. Vê çavkaniyê her wiha got ku hêzên ewlehiyê derbasî kûratiya navçeyên lihevaliyayî jibo armancên diyar bûne.