Kanûn 06, 2025 20:37 Asia/Tehran
  • Hilbijartina serokên sê dezgehên birêvebir ên Iraqê di atmosfereke aram û bêyî derengî didome

Parlemanterekî iraqî hêvî kir ku pêvajoya hilbijartina serokên sê dezgehên birêvebirina welêt bê alozî û di dema diyarkirî de li gorî destûrê pêşde here.

Muhammed Enûz yek ji parlemanterên dewra nû ya parlimana Iraqê derbarê hewldana komên siyasî ji bo yekalîkirina hibijartina serokên sê desthilatan (serokwezîr, serokkomar û serokê parlemanê) bêyî derengmayîn agahî da.

Vî parlimanterê Iraqî got ku Nûrî Malikî, serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û yek ji rêberên Çarçoveya Hemahengiyê, vê dawiyê çûye Hewlêrê û bi Mesûd Barzanî, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re hevdîtinên girîng û erênî pêk anîye. 

Çarçoveya Hemahengiyê berê komîteyek ji sê endaman pêk anîbû da ku  navên berbijarên serokwezîrtiya pêşerojê tomar bike.

Serepeyv