Kanûn 05, 2020 20:09 Asia/Tehran
  •  Esnafên Çarşiya Sifirkaran: Dikan vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne

Esnafên Çarşiya Sifirkaran a Sûrê, bal kişandin ser qedexeyên derketina derve, krîza aborî û pandemiyê û gotin: "Dikanên me vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne."

Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi qelema "Ergîn Çaglar - Eylem Akdag" nivîsiye: Esnafên Çarşiya Sifirkaran a Sûr a Amedê ji ber qedexeyên derketina derve yên ji ber pandemiyê û krîza aborî, îşaret bi rewşa çarşiyê kirin û gotin: "Dikanên me vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne." 

ÇARŞÎ VIKÎVALA YE 

Ji ber qedexeyên dawî yên derbarê pandemiyê de çarşî vikîvala ye. Esnaf Suleyman Satici ku nêzî 20 sal in debariya xwe bi sifirkariyê dike, diyar kir ku di dema pandemiyê de rewşa karê wan pir xirab bûye û got: "Ên di kirê de ne û yên ne di kirê de, rewşa wan qet nebaş e. Em ji bêrîka xwe dixwin. Krediyên tên dayîn têr nakin. Niha pêdiviya me bi xwîneke teze heye. Piştî biryara qedexekirinê dat dayîn, karê me bi temamî nema. Dikanên me vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne." 

KA WAN ROJÊN BERÊ 

Satici, bibîr xist ku berê çarşî ji mirovan xalî nedibû û got: "A rast Sûr herêmeke pir xurt e. Zûzû bi xwe ve tê. Heger em biçin sala 2014-2015'an, wê demê pir baş bû. Heya şer. Piştî şer, derb xwar. Berê roj hebû me nikaribû taştê bixwe, hingî kar hebû. Me bêriya wan rojan kiriye. Ên li çarşiyê qeznec kirin, berê qezenc kirine. Lê niha em tiştekî qezenc nakin." 

‘KRÎZA VEŞARÎ' 

Satici, krîza li welêt wekî "krîzeke veşarî" pênase kir û got: "Fiyet biha bûn. Asta me ya qezenckirinê kêm bû. Îcar de were ji mişteriyan re bibêje. Berhema ku berê me bi 100 lîreyî difirot, niha em bi 200 lîreyî difiroşin. Lê ew 100 lîre ji me re namîne. Cewher girêdayî dolar e û ev yek bandorê li me dike." 

Sifirkar Îbrahîm Sevuk jî debara xwe bi vî karî dike. Sevuk, anî ziman ku ji ber pandemiyê fiyet pir biha bûne û got: "Gava em fiyetan zêde dikin mişterî nastîne. Heger cardin bi temamî bê girtin, dê hevalên me yên karkerên wan zêde û di kirê de pir zehmtiyê bikişînin. Heger ez di kirê de bûma dê ev yek bandor li min jîb ikira." 

TIŞTÊN ÇÊKIRÎ ZÊDE BÛN, KED KÊM BÛ 

Cîhat Satici jî 25 sal in vî karî dike. Satici jî bal kişand ser rewşa sifirkariyê. Satici anî ziman ku li çarşiyê tiştên çêkirî zêde bûne û ji ber vê ked kêm bûye û got: "Di çarenûsa Amedê de sifir heye, di navê wê de heye. Em malzemeyên xîtabî Amedê dikin bi kar tînin. A muhîm ew e ku li Amedê sifir winda nebe. Esnaf divê xwe pêş ve bixin." 

Serepeyv