Hat ragehandin ku careka din agir berbû bazara lengeyê ya Hewlêrê.
Bi nêzikbûna sersala nû û Cejna Newrozê gelê Sineya navenda Parêzgeha Kurdistanê jî ji bo dabînkirina hewcetîyên xwe serdana bazar û navendên kirrînê dikin.
Efxanistan welatekî pirr-etnîkî ye û li kewşeneke hişk di dirêjahiya rêgehên bazirganiyê yên girîng ji başûr û rojhilatê Asyayê ber bi Ewropa û Rojhilatê Navînê bi cih bûye. Bazara raberkirin û daxwaza xaliyên desthûnandî bazareke cîhanî ye ku li Kabula paytexta Efxanistanê jî gellek wê dişopînin.
Bazara mezin a Tehranê di bereberê Sala Nû û Newrozê da mazûvaniya welatiyan dike. Hevdemîya Meha Remezanê û Cejna Newrozê coşa bazarê zêdetir kiriye.
Bi destpêkirina meha Remezanê re, nirxê pêdiviyên rojane yên welatiyên Iraqê bi awayekî berçav bilind dibe, ji ber ku hin bazirgan ji vê mehê sûdê werdigirin da ku herî zêde qezenc werbigirin.
Di 28’ê vê mehê de li bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyanê, bi tevlîbûna 120 xwediyên kar û pîşeweran Festîvala 1. ya Bazara Kifrî hate destpêkirin. Piraniya beşdarvanên festîvalê ciwan bûn û karên dest û berhemên xwe yên xwemalî nîşan dan.
Şeva Çilleyê an jî Şeva Yeldayê ji kevneşopî û deb û rismên kevn ên Îranê ye ku her sal di dawîn şeva payîzê malbat li kêleka hev wê pîroz dikin. Em bi hev ra çend dîmenên bazara Sineya (Senendec) navenda Parêzgeha Kurdistanê bibînin.
Bazara dîrokî ya Erakê, navenda Parêzgeha Merkzî ya Îranê, sala 1228an a Koça Heyvî û li ser fermana Fethelî-Şahê Qecer hatiye çêkirin.
Li bajarê Qamişlo, yek ji sûkên herî navdar Sûka Ezra ye ku ji aliyê cihûyekî ve hatiye avakirin.
Bazara mezin a “Şûrce” ya Iraqê ji ber jordaçûn û daketna bihaya Dolarê Amerîkayê tûşî qeyranê bûye.