Hevserokê Jûra Avahîsazan a şaxa Amedê Ferît Kahraman derbarê Sûra Amedê de ragihand ku proseya nûjenkirina wê navçeya şûnwarî ya Amedê şefaf birêve naçe û ew navçeya şûnwarî jinav diçe.
Mûhammet Yilmaz ku di zarokatiya xwe de dil bijandiye dengbêjiyê, bal kişand ser girîngiya kilaman û got: "Divê em bibin dengbêjê gelê xwe û civaka xwe. Divê çanda dengbêjtiyê bidome."
Li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hatibû dûrxistin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Esnafên Çarşiya Sifirkaran a Sûrê, bal kişandin ser qedexeyên derketina derve, krîza aborî û pandemiyê û gotin: "Dikanên me vekirîne, lê di asasê xwe de girtî ne."
Bi boneya salvegera pêncan a terorkrina Serokê berê ya baroya Amedê merasimek li taxa dîrokî ya Sûrê hat lidarxistin.
Birca Keçikê ya li Sûra Amedê ji ber qedexeya derketina li Sûrê ev 5 sal bûn serdana wê qedexe bû. Piştî 5 salan ku xala kontrolê ya polîsan hat rakirin, welatî herikîn Bircê û serdana wê kirin.
Piştî kuştina Tahir Êlçî 5 al şûn ve danişîna ewil a doza derbarê 3 jê polîs ku 4 bersûc tên darizandin wê were lidarxistin. Hevjîna Êlçî, Turkan Elçî got “Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina wî mirinek tesadufî ye.”
Li Sûka Penêrfiroşan a navçeya Sûrê di 5 salên dawîn de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtine. Penêrfiroşan, destnîşan kir ku bi krîza aborî û pandemiyê re karê wan hatiye asta rawestandinê û gotin ku tehma sûkê nemaye.
Li gundê Satya yê navçeya Sûrê, esker mewlîda kurdî ya mela dixwend, di nivî de birî û hişyariya “Tu yê mewlîdê ya bi Tirkî yan jî bi Erebî bixwînî” kir.