Sewqiyatên dewleta Tirkiyê li ser sînor û rewşa awarte li Yewnanistanê
Nakokiyên di navbera dewleta Tirkiyê û Yewnanistanê de zêde dibin. Dewleta Tirkiyê hêzên nû şandin ser sînorê xwe yê bi Yewnanistanê re. Yewnanistanê jî bi nêzbûna tetbîqatên Enqerê, hêzên xwe amade kirin.
Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê, dewleta Tirkiyê bi dehan tankên xwe ji sînorê Sûriyê ber bi sînorê bakurê rojavayê Yewnanistanê ve birin.
Ev pêngav di çarçoveya nakokiyên zêde yên di navbera her du welatên cîran ên NATO’yê de, bi taybet li ser nexşekirina sînorê deryayî û dabeşkirina dahatên enerjiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî pêk hat.
Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê da zanîn ku Enqere herî kêm 40 tank ji sînorê bi Sûriyê re ber bi sînorê Yewnanistanê ve birin. Her wiha wêne û dîmenên erebeyên mezin ku alavên leşkerî hilgirtin û ber bi bajarê Edirneyê dibin, hatin belavkirin.
Karwanek ji sînorê Tirkiye-Sûriyê duh danê nîvro bi rê ket, her wiha tê payîn ku bi trênê bibin Edirneyê.
Duh serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan beriya destpêkirina tetbîqatên leşkerî li herêmê, gefên nû der barê aloziya rojhilatê Deryaya Spî de xwarin.
Ji dema dewleta Tirkiyê keştiya vekolînê li herêmê daniye, nakokiyên dewleta Tirkiyê û Yewnanistanê bi sedema dewlemendiya gazê û petrolê zêde bûn.