Ava bendava Nîlûferê ya Tirkiyê cik bû
Bendava Nîlûferê ya Tirkiyê yek ji wan du bendavan e ku ava Bûrsayê dabîn dike û nika ava wê bi tevahî miçiqîye.
Rayedarên Tirkiyê ragihandin Bendava Nîlûferê yek ji du depoyên girîng ên dabînkirina ava vexwerinê ya bajarê Bûrsayê, Çaremîn bajarê herî mezin ê vî welatî ye ku di hişkesaliya berdewam de tam hişk bûye, Bendava Doxancî, çavkaniya din a dabînkirina ava vî bajarî jî tenê bi qasî sedî 19`ê zirûfa xwe, av heye.
Mistefa Bozbey, şaredarê Bûrsayê, hişyarî da ku tenê ji bo 35 rojên din av ji bo vî bajarî maye. Wî got: Ji serê Îlonê ve xeteka nû ya boriyê ji Bendava Çinarcikê, wê di rojê de 110 hezar metrekûp ava zêde ji bo Bûrsayê dabîn bike.
Bozbey hişyarîdayîna zanyaran li ser viya ku diqewime gellek herêmên Tirkiyê heta sala 2040`î veguherin çol u beryaran bi bîr xist u got ku berpirsan serê îsal hin bername ji bo girtina pêşiya hişkbûna Bendava Çinarcikê amade kiribûn.