Tebax 24, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Hêzên Heşdi Şe`bî yên Iraqê nêzî sînorê Erebistanê bicih bûn

Çavkaniyeka ewlehiyê ya iraqî basa jordaçûna hejmara hêzên Heşdi Şe`biyê nêzîkî sînorê Erebistanê kir.

Çavkaniyeka ewlehiyê ya li parêzgeha Enbarê ragihand xalên lêgerînê yên hêzên Heşdi Şe`bî li navçeyên nêzîkî derbasgeha sînorî ya `Er`erê li rojavaya Enbarê zêde bûne. Vê çavkaniyê herwiha ragihand piştî weşandina hin agahiyan li ser liv û tevgerên kesên sûckar li navçeyên nêzîkî sînorê Erebistanê, ev xalên lêgerînê hatine danînê.

Herwiha ragihand ku hejmara hêzên iraqî li xalên lêgerînê yên navçeyên nêzîkî sînorê Sûriyê jî zêde bûye ta ku pêşiya ketina terorîstan nav axa Iraqê bigirin. Vê çavkaniyê destnîşan kir ku armanc ji van pêngavana sekinîna li hember liv û tevgerên DAIŞ`ê li çolan e.

Serepeyv