Tebax 24, 2025 18:41 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzê rabû 62 hezar û 686 kesan

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê gihîştiye 62 hezar û 686 kesî.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Sîyonîst li navendên belavkirina alîkariyan li Zîvala Xezzê jî di 24 saetên derbasbûyî de 19 kes şehîd bûne û 123 kes jî birîndar bûne. Bi vî awayî hejmara filistîniyên ku li van navendan şehîd bûne rabûye 2 hezar u 95 kesan û hejmara birîndaran jî rabû 15 hezar û 431 kesan.

Herwiha di 24 saetên buhurî de meytê 64 şehîdên din bo nexweşxaneyên vê navçê hatine veguhestin. Di vê midehê de 278 kes jî birîndar bûne. Di eynî demê de Danî Eyalon, alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Rejîma Siyonîst bal kişand ser viya ku hejmareka zav a sivîlan di encama êrişên Amerîkayê ser Felûce û Mûsil ên Iraqê de hatine kuştin û got ku operasiyona leşkerî ya li Xezzê jî wiha ye.

Serepeyv