Hişyarîdayîna derbarê yek ji qeyranên herî giran ên Tirkiyê di 52 salên derbasbûyî de
Tebax 23, 2025 17:18 Asia/Tehran
Yek ji siyasetvanên Tirkiyê derbarê berfirehbûna hişkesaliya giran li vî welatî de hişyarî da.
Gokan Zeybek, cîgirê serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) a Tirkiyê, bi weşandina nexşeya hişkesaliya li vî welatî di 12 mehên derbasbûyî de hişyarî da ku Tirkiye serdema hişkesaliya herî giran a di 52 salên buhurî da derbas dike.
Cîgirê serokê CHP duh li medyaya civakî nivîsî ku ev rewşa qeyranî li Tirkiyê ne tenê encama guherîna avhewayê belku encama siyasetên şaş û çewt û paşguhkirina hişyarîdayînên karzanan di salên borî de ye.
Zeybek got ku rêjeya baranê li Tirkiyê sedî 26 kêm bûye. Bendav bi lez vala dibin û şîrketên çalak yên beşa kanzayê avên bin erdê didizin.