Tebax 23, 2025 18:15 Asia/Tehran

Çavkaniyên nûçeyan wek berteka himber îdiaya hikûmeta Tirkiyê derheq qedexeya li ser çûyîna gemiyên vî welatî ber bi Rejîma Siyonîst ve ragihandin ku Tirkiye, piştî du salan şer û destdirêjiya Rejîma Siyonîst li seranserê herêmê, hîn jî dev ji bazirganiya xwe ya bi vê rejîmê re bernade.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku di rojê de bi awayê navîn heşt gemiyên  Tirkiyê digihîjin benderên erdêdn dagirkirî, ku hin ji wan hilgirê barê pola, çîmento û teqemeniyê ne.Her çend hikûmeta Tirkiyê carnan neçar bûye ku van têkiliyên berfireh haşa bike û veşêre lê Enqerê di Gulana par da piştî têkçûna di hilbijartinên şaredariyan de basa daketina asta hinartina kelûpelên bo rejîma dagirker kir. 

Rojnameya El-Exbar a Libnanê nivîsî ku gemiyên Tirkiyê ku ber bi deverên dagirkirî ve diçûn,, pir caran berî ku bigihîjin menzîla xwe ji benderên din derbas dibûn.

Lê dîsa jî piştî berfirehbûna nerazîtiyan li Tirkiyê dijî bazirganiya bi Rejîma Siyonîst re rayedarên Tirkiyê çend roj berê îdia kirin ku wan çûyîna gemiyên bi alaya Tirkiyê  ber bi Rejîma Siyonîst ve qedexe kirîye.

Françêska Albanîz,Raportora Taybet a NY jî daxwaza rawestandina şandina barê polayê ji Tirkiyê bo artêşa dagirker kir û got ku ev made di qirrkirina xelkê Xezzeyê de tên bikaranîn.

Rayedarên Tirkiyê ji bo girtina pêşiya derbasbûna barên niftê yên Azerbaycanê ji bendergehên Mêrsîn, Îskenderûn û Ceyhanê va karekî nakin û îdia dikin ku ev bar nakevin ber xalên peymanên di navbera Rejîma Siyonîst û Komara Azerbaycanê û tenê ji Tirkiyê tên derbaskirin. 

Serepeyv