Rêberê Şoreşê: Pilana dijmin piştî têkçûna di şerrê danzderojî de têkdana yekbûnê ye
Rêberê giranqedr ê Şoreşê pêgîrî kir: Bila hemû hişyar bin! Pilana dijmin piştî têkçûna di şerrê danzderojî da birêxistina bêtifaqiyê û têkdana yekitîyê ye.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî ya Îranê, sibeha îro di salvegera şehadeta Îmam Riza (s), di hevdîtina tev bi hezaran kes ji çîn û qatên curbicur ên gel da, nasandina fewq el ade ya şêwaza jîyan û serederîya Ehli Beytê û lezandina nasandina mesela Aşûrayê û felsefeya serhildana Îmam Hisên(s) di cîhana Îslamê de, bereketên herî girîng ên sefera îmamê heştan bo Xorasanê dan zanîn û pêgîrî kir: Dijminên Îranê ji xweragirî û yekbûna bihêz a gel, berpirs û hêzên çekdar û têkbirina giran a di êrişên leşkerî de, pê hesiyane ku nikarin xelkê Îranê û nizama îslamî bi rêya şêrr têk bibin û bêxin bin bandora xwe; Hema ji ber viya nika vê armancê bi birêxistina bêtifaqî û nakokiya li welêt dişopînin ku li hember wê divê hemû gel û berpirs û xwedî raman û nivîer bi hemû hêza xwe mertala pola ya yekbûna pîroz û mezin a gel, biparêzin û xurt bikin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, xweragiriya bihêz a xelkê di şerrê sepandî yê duyem da, sedema mezinatiya taybet û rûmeta duberanber a xelkê Îranê di çavê xelkê cîhanê da zanîn û bi hilêxistina pirseka girîng got: Di rastiyê de sedema dijminatiya berdewam a hemû hikûmetên Amerîkayê himber Îranê di van 45 salên dawî de çiye?
Wî di bersiva vê pirsa di rû da sade lê lihevalîyayî û çendqatî de herwiha got: Amerîkîyan berê sedemên rastîn ên vê dijminatiyê di bin hin navên wek terorîsm, mafên mirovan, demokrasî, pirsa jinan û mijarên wek wan vedişartin yan di rû da digotin ku me dil heye serederiya Îranê biguherînin lê ev kesê ku nika li Amerîkayê li ser desthilatê ye, sedema rastî ya dijminatiya bi Îranê re aşkera kir û got: Em dixwezin Îran guhdariya me bike û bi ya me bike, yanî di rastiyê de em dixwezin xelkê Îranê û nizama Komara Îslamiya Îranê fermanên me bi cih bînin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, axiftin û karên rayedarên amerîkî ji bo ku gelê Îranê çok daynin û fermanên wan bi cih bînin, bêrêzîya himber îranîyan zanî û pêgirî kir: Xelk ji ber vê çaverêtiya kirêt, pirr êşiyaye û li hember vê daxwazê bi hêz û qawet disekine.