Tebax 24, 2025 18:46 Asia/Tehran
  • Xeyala Îsrayîla Mezin xetereke dijî hebûnê û gefek dijî aştî û ewlehiya navneteweyî ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku daxuyaniyên Serokwezîrê rejîma dagirker a siyonîst derbarê Îsrayîla Mezin de dibin sedema binpêkirina serweriya neteweyî ya welatên serbixwe yên navçê.

Wezîrê Derve yê Îranê, Seyîd Ebas Iraqçî, di gotareke ser navê Xeyala Îsrayîla Mezin, ew yeka xeterek dijî hebûn û mayînê û gefek dijî aştî û ewlehiya navneteweyî zanî û nivîsî: Bereberê civîna awarte ya Wezîrên Derve yên welatên Îslamî li Ceddeyê, bala wijdanê cîhanî careke din, vê carê bi lezgîniyeke mezintir, bala xwe daye ser mezintirîn gefa dijî hebûn, mayîn û nasnameyê ku navçe û cîhana Îslamê girtiye ber xwe, ango Rejîma Siyonîst. Vê rejîmê ji bo kawilkirina bi tevahî ya Xezzeyê hemû hewla xwe daye û dijî jin û zarokên filistînî komkujiyên herî hovane pêk aniye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku axiftinên aşkera û weşandina nexşeyên sexte ji aliyê serokên vê rejîma sexte ve li ser tiştê ku ew jê re dibêjin Rojhilata Navîn a Mezin û nêtên wan ên zêdexweziyê li hember cîranên xwe, hemî belavbûna vê girêya penceşêrê û bandora wê li seranserê navçê nîşan didin.

Serepeyv