Erdoxan: Hikma îdamê wê bikeve nava rapirsînê
Serokomarê Tirkiyê ragihand ku vejiyandina hikm aîdamê her viha dewama gotûbêjên ji bo tevlîbûna nav Yekîtiya ewropayê wê têkevin nava rapirsiya pêşerojê ji bo guhertina pergala hukumdariya Tirkiyê.
Li gorî rapora îro ya Fars News`ê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ragihand: Li rapirsîna ku wê ji bo guhertina pergala hikûmetî ya Tirkiyê were lidarxistin, dê vejiyandina hikma îdamnê jî were berçavgirtin.
Erdoxan tevî amajeya bi ihtimala birêxistina rapirsînê ji bo guhertina pergala hukumdariya vî welatî ji parlimaniyê bo serokatiyê heta dawiya îsal, got: Mijara dewama gotûbêjan ji bo tevlîbûna nav Yekîtiya Ewropayê jî têkeve nava vê referandomê.
Li gorî nivîsîna rojnam,eya Daily Sabah`ê, wî tevî rexnekirina ji gotinên Martîn Şultz serokê parlimana Ewropayê ji gelê Tirkiyê xwest ku heta dawiya sala 2016`an ji bo dengdayîn û biryardana ji bo endamtiya li Yekîtiya Ewropayê li bendê bimînin.
Martîn Şultz pêştir tevî amajeya bi hewildana dewleta Tirkiyê ji bo vegerandina hikma îdamê bo qanûna bingehîn, gotibû ku dewsa qutkirina gotûbêjên tevlîbûna Tirkiyê nav Yekîtiya Ewropayê, renge Tirkiye ji ber serkutkirinên ku li hundira welêt li hemberî dijberên xwe pêk tîne, tûşî boykotên vê yekîtiyê were.