Peyama Sûdanî bi boneya salvegera Enfalkirina Barzaniyan
Di salvegera Enfalê da, Serokwezîrê Iraqê bi peyameke fermî xwe şirîkê xema malbatên Barzanî bi taybet Mesûd Barzanî zanî.
Mihemed Şiya Sudanî, Serokwezîrê Iraqê di salvegera 42an a Enfala Barzaniyan ,di peyamekê de xitabî gelê Herêma Kurdistanê û bi taybet Mesûd Barzanî got, 42 sal di ser êrişa hovane ya Rejîma Sedam a ser Kurdan û komkujiya wan a bi navê Enfal re derbas bûn, êrişa ku kal û pîr, jin û mêr û ciwanên malbatên Barzanê kir armanc.
Ev cinayet ku bûn sedema koçberbûn û bêserûşûnbûna 8 hezar mirovên bêguneh bi awayekî hovane û nemirovane, belgeyele eşkere ya dîktatorî û cinayeta rejîma Beisê ya hilweşiyayî ne.
Sûdanî di dawiyê de jî gotiye ku ji ber wan cangoriyan û wan xwînên bêguneh ku li kêleka xwîna hemû Iraqiyan hatin rijandin, em ji wê serdema tarî rizgar bûn û di bin siya pergala demokratîk da ber bi azadî û edaletê ve meşiyan.