Tîrmeh 31, 2025 12:01 Asia/Tehran
  • CHP beşdariya Komîsyona Aşitiyê ya Paremana Tirkiyê dike

Ozgur Ozel, serokê Partiya Komarîsxwaz a Gel a Tirkiyê, ragihand ku piştî ku Serokê Parlemanê şertên vê partiyê qebûl kir, partî dê 10 endamên xwe ji bo Komîsyona Lihevhatinê ya Parlamenana Tirkiyê bide nasandin.

Ozgur Ozel, serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) ya Tirkiyê, ragihand: Serokê Parlemaê daxwaza me qebûl kiriye û biryarên vê komîsyonê dê bi piraniya mutleq a dengan werin dayîn, ji ber vê yekê em 10 kesan didin nasîn da ku bibin endamên vê komîsyonê.

Wî her wiha got: Divê bizanibin ku ev komîsyon ne berpirsiyarê sererastkirina destûra bingehîn nîne û em ê bi kesên ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn   cih naynin re destûra bingehîn a nû nenivîsin. Ozel her wiha bi awayekî vebir tekez kir: Nabe tu kes ji komîsyona ku Partiya Komarîxwaz  a Gel  tê de heye  bitirse.  Belku divê em ji komîsyonek ku em tê de nînin bitirsin.Serokê Parlemana Tirkiyê Numan Kurtulmuş di merasimekê de derbarê avakirina komîsyonek taybetî ya parleman  ya  pêvajoya aştiyê ji destpêka meha bê agahî da.

Serepeyv