Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê: Bila Ewropa dest bi kiryarên nezanane neke
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê got: Derbarê derketina muhtemel a Îranê ji NPTyê, em ê li gor berjewendiyên neteweyî mafên rewa yên gelê Îranê û bi nêrîneke hişmendane hemû şiyanên xwe bi kar bînin.
Îbrahîm Ezîzî got ku pîşesaziya me ya navokî qet ziyana xwe tine û em hişyariyê didin Ewropayê ku kiryarên nezanane neke.
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê got: Derbarê derketina muhtemel a Îranê ji NPTyê, em ê hemû şiyanên xwe ser bingeha berjewendiyên neteweyî, mafên rewa yên gelê Îranê û bi nîrîneke jîrane bi kar bînin. Wî got ku heke ewropî dixwazin bi awayekî rastbînane serederîyê bikin u careke din ji mijarê dûr nezin, divê dest bi kiryarên neberaqil ji bo çalakkirina mekanîzma vegerandina boykotan nekin.
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê herwiha got ku pîşesaziya me ya navokî di îrade, bawerî, îman û di zanista zanyarên me de ye, û ev qet nakeve ber zîyanê.