Erdogan banga şikandina bêdengiya cîhanî li himber tevkujiya Xezzeyê kir
Tebax 01, 2025 16:12 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê di axaftinekê de bang li civaka navneteweyî kir ku bêdengiya xwe li himber cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û mirina zarokan ji ber birçîbûnê bişkînin.
Receb Teyîb Erdogan tekez kir ku Tirkiye dê hewldanên xwe ji bo şandina alîkariyên mirovî, rawestandina tevkujiyê û pêknaîna agirbestek bi lez bidomîne û got: Ewewiyeta me gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê ye. Erdogan her wiha bal kişand ser helwestên hin welatan di şermezarkirina rewşa mirovî ya li Xezzeyê û ser zêdekirina zextên navneteweyî ji bo Rejîma Siyonîst tekez kir.