Komploya Amerîkayê dijî çekên Bereya Berxwedanê, Hizbullah çekên xwe danayne
Wezîrekî berê yê Libnanê bal kişand ser komploya Amerîkayê dijî çekên Bereya Berxwedanê û got: Hizbullaha Lubnanê qet li ser çekên xwe danûstandinê nake.
Ednan Seyid Husên,Wezîrê berê yê libnanî di hevpeyvînekê de got ku Bereya Berxwedanê ya Lubnanê destpêşxeriya Amerîkayê bi taybet di nusxeya wê ya dawî de red kir. Ew dixwazin ji biryarnameya 1701-an a derbarê berpirsiyariyên Rejîma Siyonîst derkevin, di halekî de ku Îsraîl pabendî ti tiştî nîne lê xwestiye ku çekên Hibullahê li seranserê Libnanê werin radestkirin. Lê ti kesê aqil vê senaryoyê qebûl nake.
Vî rayedarê berê yê Libnanê got ku bersiva herî baş himber hemî zextên Amerîkayê û destdirêjiya Îsrayîlê ser axa Libnanê yekîtiya neteweyî ye. Ev yekîtî ji her çekek ku artêşa Libnanê an berxwedana Lubnanê dikare hebe bihêztir e. Ger ev yekîtî pêk were, em dikarinli gor wê pêngavên stratejîk û taktîkî jibo rawestana li ber destdirêjiya Rejîam siyonîst û pûçkirina planên Amerîkayê yên dijî welatê me rakin.