Xetera hişikesalî û kêmaviyê li Tirkiyê, kêmbûna bêmînak a baranê û jordeçûna têna hewayê
Kêmbûna bêmînak a baranê û zêdebûna têna hewayê li Tirkiyê û dewama hişkesaliyê piraniya deverên vî welatê 85 milyon kesî rastî xetera kêmbûna avê kirîye.
Di salên borî de, baranên demsalî li Tirkiyê ava pêwîst ji bo bendavan, cotkariya di dêman û çavkaniyên binê erdê abîn dikir lê kêmbûna baranê û zêdebûna tên û germahiya hewayê di salên derbasbûyî de fikarên kêmbûna avê li vî welatî zêde kirine.
Li gorî amara Rêxistina Şopandina Rewşa Hewayê ya Tirkiyê, niha navçeyên Anatoliya Navîn û Anatoliya Rojava, parêzgeha Enqerê ber bi rojhilata, Stenbol û Konyayê, û ... rastî kêmbûna şeh,nêmatî û kêmbûna baranê ya sedî 39 heta 70 u pirsgirêkên hişkesaliyê û jîngehê hatine. Ev navçe digel deverên başûrî yên Deryaya Reş û başûr-rojhilatê vî welatî ji wan herêman in ku herî zêde ketine ber bandora guherîna av u hewayê ya cîhanî ji kêmbûna avê û diyardeyên hişkesaliyê îza bûne. Stenbol, ku di çar salên borî de zivistanên bê befir derbas kiriye û çend meh berê tenê carekî teyrok dîtiye û rewş ewqas aloz û qeyranî ye ku zengila kêmbûna avê li vî metropola 16.5 milyonî lêxistiye. Data û amraên Dayireya Avê ya Stenbolê nîşan didin ku zimhêrên avê yên bendavên li derdora Stenbolê sedî 55 daketine. Rewşa kêmbûna zimhêrên avê di bendavan de ne tenê li derdora Stenbolê, belku di bendavên ku avê didin Enqere û Îzmîrê de jî tên dîtin ku ger berdewam bike, dibe ku di pêşerojek ne ewqas dûr de rastî kêmbûna avê werin.
Ji bilî hişkesaliyê, zêdebûna tên û germahiya hewayê ku di deh salên borî di navbera 2-3 derceyê de bû, bûye sedem av zêdetir bibe hilim çavkaniyên avê di gol, golmek û çeman de kêm bibe.
Tirkiyê di van salên derbasbûyî de bi avakirina bi sedan bendavan li deverên cûrbicur herikîna avê li navçeyê asê kiriye û welatên mîna Sûriye û Iraq jî rastî kêmbûna avê kiriye.