Serkonsûlê Îranê: Herêma Kurdistanê di Erbeînê de hevkariya herî zêde bi me re dike
Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê bal kişand ser vê yekê ku rayedarên Herêma Kurdistanê di warê şandina ziyaretkerên Erbeînê da alîkarî û hevkariya herî zêde bi me re dikin û ragehand ku Herêma Kurdistanê di mesela Erbeînê de ezmûneke baş di hevkariya her du aliyan de ye.
Feramerz Esedî, Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê di gotûbêjekê de bal kişand ser vê yekê ku her salê nêzîkî 150 hezar ziyaretkerên Erbeînê ji rêya sînorê Temerçîn û Başmaxê derbasî Herêma Kurdisranê dibin û ji wir berê xwe didin bajarên pîroz ên li Iraqê û ji ber hevkariya rayedarên Herêma Kurdistanê di vî warî de destxweşî li wan kir.
Esedî derbarê hevkariyên Herêma Kurdistanê di warê hêsankariyên ji bo beşdarîya di merasim û ziyareta Erbeîna îsal da bal kişand ser vê yekê ku ev sala çaran e ku ziyaretkerên îranî dê ji riya Herêma Kurdistanê seredana warên pîroz bikin bikin û got, ev rê bi hevkariya nêzîk û hevdiliya berpirsên Herêma Kurdistanê u bi pêşkêşkirina îmkanên guncav ji bo raberkirina bo ziyaretkerên Erbeîna Huseynî pêk hatiye.
Serkonsûlê Îranê li Hewlêrê got ku îsal rewş ji bo seredana zîyaretkeran a ji rêya Herêma Kurdistanê ji berê zef baştir e.