Îlon 11, 2015 15:39 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDPê: Cizîr Kobaniya Tirkiyê ye

Selahedîn Demîrtaş, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), got: Bajarê Cizîrê Kobaniya Tirkiyê ye.

Li gorî IRNAyê ji Tirkiyê û ji zarê çavkaniyên nûçeyan ên Tirkiyê, piştî ku hêzên polîs û leşgerî yên Tirkiyê nehîştin nûnerên vê partiyê û du wezîr bikevin nava Cizîrê ev gotina ragihand.
Wî serokkomar û serokwezîr tawanbar kirin ku ser riya siyaseta wan asteng in û got: Em ji bo daxwazeka miriovî ketine ser riyan û dixwazin biçin Cizîrê û daxwaza me kutakirina hikûmeta leşgerî û rewşa awarte ye.
Demîrtaş bi bîr anî: Em israra xwe sa kutakirina rewşa awarte li Cizîrê bidomînin.
Tevî ku rayedarên HDPê israr dikin, dewleta Enqerê nahêle nûnerên HDPî biçin nava bajêr û Ehmed Davûdoxlû, serokwezîr, duh ragihand ku heya dema pêwîst bo dabînbûna aramiyê, rewşa awarte yê li Cizîrê bidome.
Li gorî gotina Davûdoxlû, hêzên dewletê hewl didin pêdiviyên gel dabîn bikin. Raporên dijhev li bara hejmara kuştiyan ji vî bajarî tên. Li gorî dewletê, 30 hetanî 35 endamên PKKê li wir hatine kuştin.
Hin rojname dibêjin heya niha herî kêm 30 sîvîl hatine kuştin ku tê da zarok jî hene. Pêwîst e bê gotin ku şerrê nava dewletê û PKKê li deverên kurd heya niha bûye sebeba kuştina 100 hêzên dewletê.
Li gorî rayedarên Enqerê, hetanî niha ji 1000î pirtir endamên PKKê ji ber bombebaranan canên xwe ji dest dane.