Dewama êrişên hewayî yên Tirkiyê ser bakûra Iraqê
Îlon 11, 2015 15:13 Asia/Tehran
Karbidestên ewlehiyê yên Tirkiyê ji dewama êrişên hewayî yên vî welatî ser bakûra Iraqê xeber dan.
Li gor rapora ajansa World Bultten, Karbidestên ewlehiyê yên Tirkiyê ragihandin ku êrişên hewayî yên firokên vî welatî ser bakûra Iraqê ji pêncşemê şev hetanî îro sibê hatine domandinê û firokên şerî yên vî welatî pêgehên PKK li bakûra Iraqê xistine ber hedefa êrişên xwe.Karbidestên ewlehiyê yên Tirkiyê bal kişandine ser viya ku li van êrişên hewayî dijî pêgehên PKK 15 firokên şerî pişkdar bûne ragihandin ku ev êrişên hanê li 3 navçên çiyayî yên bakûra Iraqê cih hatin.
Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê duh pêncşemê bal kişande ser zêdebûna êrişên hewayî yên vî welatî dijî pêgehên PKKê li bakûra Iraqê got: Van êrişan desthatên bi feyde bona paşdazivirandina PKK ji sînorên Tirkiyê hebûye.
Piştî ku hêzên PKK yekşemiya bihurî êrişî ser navendeka sînorî ya Tirkiyê li navça sînorî ya Daqlîcayê li parêzgeha Hekariyê kir û 16 eskerên Tirkiyê kuştin, êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê berfire bûn.
Piştî kuştina van 16 eskerên Tirkiyê bi destê PKK , dewleta Enqerê soz da ku ev êrişên dijî PKK hetanî jinavçûna tam ya vê grûpê dê bê domandinê.
Şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê ji du meh berî niha û piştî ku hêzên artêşa Tirkiyê pêgehên PKKê li nav axa Sûriyê û bakûra Iraqê bombaran kirin, kete nav qunaxekî nû û ev şerên hanê berfiretir bûn.
Piştî van êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ser pêgehên PKK, vê grûpê jî ragihand ku êdî ev agirbesa ku di navbera wan û Enqerê li sala 2013 nemaye.