Tirkiyê xwest ku bihayê gaza ku ji Îranê dikirre kêm bibe
Îlon 11, 2015 14:05 Asia/Tehran
Cîgirê qaîm meqamê wezareta vejenê ya Tirkiyê, Sefa Sadêq Aytekîn roja pêncşemiyê 10`ê îlona 2015`ann li Istanbûlê idia kir: Tirkiye gazê bi bihayê herî giran ji Îranê dikire û bêyî çareseriya vê pirsgirêkê, girêdana girlêbesteke din ligel Îranê dûr e.
Li gorî rapora roja îniyê ya ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA, wî ev yeka li ``şanzdehemîn civîna taybetiyên bazara azad a vejenê û tevlîbûna bazarên ewropayî`` ku ji aliyê navenda lêkolînên stratijîk ên têknîkî û aborî (STEAM) hatiye birêxistin, anî zimên.Wî li vî halî destnêîşan kir ku rakirina boykotên niftî li dijî Îranê di bihara pêşerojê li ser danûstandinên teze yên gazê di navbera Îran û Tirkiyê pir girîng e.
Aytekîn bi vê idiayê ku di nava girêbestên gazê, tirkiye gaza herî giranbiha jki Îranê dikirre, got: Mijara giranbûna bihayê gaza Îranê li ba dadweiya navneteweyî di destê vekolandinê ye û renge di payîza îsal da bigihêje encamekê.
Cîgirê qaîm meqamê wezareta vejenê ya Tirkiyê li bara hevkariyên di warê vejenê di navbera îran û Tirkiyê da got: Imkana kirrîn agaza zêdetir a Tirkiyê ji Îranê yan kirrîna gazê ji Tirkmenistanê ji riya welatê Îranê hertim heye lê li girêbesta niha ya di navbera du welatan da gaza herî giranbiha tê kirrîn.
Wî got: Eger boykotên navneteweyî li diojî Îranê jî werin rakirin, heta wêî demê ku ev pirsgirêka di navbera Îran û Tirkiyê da çareser nebe, dê girêdana biryarnameyeke teze di navbera du welatan da dijwar bibe.