Îlon 11, 2015 09:04 Asia/Tehran
  • Pêgiriya dewleta Tirkiyê li ser dewama şerê li dijî PKK`ê

Serokwezîrê Tirkiyê destnîşan kir ku dê şerê bejahî û hewayî yê vî welatî li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê nasyar bi PKK li bakûrê Iraqê bidome.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA, serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davûdoxlû berêvariya duh pêncşemiyê 10`ê îlona 2015`an li civîna çapemeniya hevpar ligel serokê konseya Ewropayê, Donald Task li Enqerê li bara şerê bejahî yê Tirkiyê li bakûrê Iraqê li diojî pêgehên PKK`ê got: Eger pêwsît bike hêzên tirk derbasî axa Iraqê dibin.
Ehmed Davûdûxlû her wiha got: Hinek caran hêzên tirk derbasî axa Iraqê dibin û piştra derdikevin; Lê mimkin e ku em şerekî giştalî li bakûrê Iraqê li dijî pêgehên PKK`ê pêk bînin.
Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davûdoxlû her wiha li bara peywendiya dewletê ligel rêberê zîndanî yê PKK`ê, Evdille Ocalan got: Berê peywendiyên ligel wî ji bo jiçekkirin û verketina endamên çekdar ên PKK`ê ji axa Tirkiyê hebûn; lê dewama gotûbêja ligel vê partiyê bê wate ye.
Wî her wiha li bara meşa girseyî ya hogirên Partiya Dêmokratîk a Gelan(HDP) bi rêberiya Selaheddîn Demirtaş ber bi bajarê Cizîrê ku hikûmet leşkerî li wir heye, got: Em rê nadin wan ku bikevin nav bajêr û her kes ku karekî wisan bike, dê rê li ber wan were girtin.
Pevçûnên di navbera şervanên PKK`ê û artêşa Tirkiyê ji du mehan berî niha ku artêşa Tirkiyê pêgehên vê partiyê li bakûrê Iraqê û hinek beşên Tirkiyê dan ber êrîşan, gurr bûne.