Tevî Selahen Demrtaş meşa HDP`ê bendên polîsan derbas kir û ber bi Cizîrê diçe
Îlon 10, 2015 20:23 Asia/Tehran
Şanda HDPê bi serokatiya Hevserokê vê partiyê Selahedîn Demîrtaş û bi sedan welatiyên Şirnex û Silopiyê bo şikandina qedexeya derketina derve li navçeya Cizîrê ya girêdayî Şirnexê bi piyan dest bi meşa ber bi vî bajarî ve kirin
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DHA`yê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, Wezîrên HDPê Muslum Dogan û Ali Haydar Konca, 30 parlamenterên HDPê ligel serokên şaredariyan û endamên wê partiyê ji bo ku qedexeya derketina derve û rewşa awarte li Cizîra Botan bişkînin, ber bi vê herêmê ve ketin rê, lê belê li ser Mêrdîn –Midyatê ji aliyê polîs û leşkerên tirk ve rê li ber wan hat girtin.Şandeya HDPê xwast bi rêya Idilê ber bi Cizîre ve bimeşe, lê belê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta ku destûr ji Parêzgariya Şirnexê hatiye ku rê nedin kes derbas bibe, rê neda wan ku ber bi Cizîrê ve herin.
Hêzên ewlehiyê bi wesayitên zirxî û otomobîlên leşkerî yên ji cureyê TOMA, Kirpi û Kobra rêya hatûçûnê ber bi navçeya Cizîrê daxistin û rê bi derbasbûna konvoya şandeya HDPê nedan ku derbas bibin.
Li ser daxistina rê li pêşiya şandeya HDPê, Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir û Parlamentera HDPê ya Edene Meral Daniş Beştaş serdana parêzgariyê kirin û ligel parêzgar civiyan. Lê belê piştî derbasbûna saetekê bi ser civînê de rê bi şandeya HDPê nehat dayîn ku li ser çûna xwe ber bi Cizîrê ve berdewam be.
Piştre Hevserorkê HDPê Selahedîn Demirtaş û kesên di şandeya HDPê de pê re bûn, rêbenda hêzên ewlehiyê şikandin û bi piyan dest bi meşa ber bi Cizîrê ve kirin.