Wezîrê tendirustiyê yê Tirkiyê: PKK gef li hawargihanên tirk dixwe
Îlon 10, 2015 20:07 Asia/Tehran
Wezîrê tendirustioyê yê Tirkiyê xwest ku gefa têrorîstan li ser hawargihanên vî welatî were rakirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, wezîrê tendirustiyê yê Tirkiyê, Mihemed Muezin Oxlû roja pêncşemiyê bi gotina vê yekê hawargihanên vê wezaretxaneyê ji aliyê hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tirkiyê ku wî idia kir ew komeke têrorîstî ye, hatine tirsandin û ragihand ku hêzên PKK`ê gef li hawarfgihanan xwarine ku leşker û polîsan derman nekin û eger vî karî bikin dikevin ber êrîşan.Wezîrê tendirustiyê yê Tirkiyê bal kişande ser vê yekê ku hejmarek ji berpirsiyariyên dermanî yên hawargihanan ji aliyê PKK`ê va hatine rawestandin û wisan got ku ji dema gefa vê partiyê, hawargihan rehetiyê his nakin.
Mihemed Muezin Oxlû got: Heta wê demê ku pirsgirêkên ewlehiyê yên wezareta tendirustiyê ya Tirkiyê neyên wêdadayîn, dê hawargihan nikarin erkên xwe bi tamî bi cih bînin.
Pevçûnên di navbera PKK`ê û hêzên ewlehiyê ji du mehan berî niha va ku artêşa Tirkiyê pêgehên vê partiyê li Sûriye û beşin ji Iraqê dan ber êrîşan, gurr bûne.
PKK`ê piştî destpêkirina êrîşên hewayî ên artêşa Tirkiyê, peymana agirbesa sala 2013`an bi dawî anî.